ZIMAN; XEMLA MIROVAHIYÊ
Pûşkîn helbestvanê Ûris,dibêje: " Pêxemberek derdkêşayî ji evîna paqij, di nava besteke kerr û hişk de, li himberî xwe meçêtirek (firîşteyek) dît ku gazî dikir : Ey Pêxember! Rabe, li nav av û axê derbas bibe û dilê mirovan bi (P.E.Y.V.A.N) bixemilîne. " Ez jî li pey vê gaziyê hilqedimî me daku dilê gelê xwe bi peyv û zimanê wan yê Kurdî bixemilînim.
Peyv; anku ziman, rastiya me mirovan e. Em hemî - wek mirov - cureyekê bi zimanî ve mijûl in. Ziman giyanê(ruhê) peyda û berçavê me mirovan e. Pê ziman e ku mirov dibe ÎNSAN. Eger zimanê mirovî neyê axavtin û xwendin - yanî bête qedexe kirin û rê pê nedan - ew mirov ji pareke mezin a para mirovanîya xwe bê par e. Wîlhilm Von Hombolt dêje: "Em Însan in, ne bi vê hindê ku me ziman heye, belkî bi vê hindê ku em XWE ziman in. Ziman û li gorî wî jî raman, dahat û akama bandora sê tiştên serekî li ser hev in:
1)Takê mirovî (hizr û kesatiya her mirovekî/ê bi tenê)
2)Civak (komela mirovan)
3)Cîhan (gerdûn bi giştî)
Ev sê xalên navborî,li ser hev bandor û kartêkirinê dikin û li hev jî bandorê werdigrin.Di vê bandorkirina sê alî de, zanist, bînahî û xeyal tê holê. Ev xeyal û zanist jî, bi rêya ziman derdikeve , tê vegotin û şirovekirin. Em dikanin bêjin ku di mijara “PEYWENDIYÊ” de jî, xala herî girîng ziman e, ew jî zimanê “HEVPAR Û GIŞTΔ yê netewekê bi “RÊNIVÎSEKE YEKSAN”e.